Hewlêr (Rûdaw) - Encama rapirsiyeke nû ya li Îsraîlê nîşan dide ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li hemberî her çar hevrikên xwe yên sereke li pêş e.
Lê di heman demê de piraniya beşdaran pê bawer in ku nabe ew careke din bibe serokwezîr.
Li gorî encamên rapirsiya ku Kanala 12a Îsraîlê belav kiriye, Benjamin Netanyahu di hemû rûbirûbûnên dualî de li pêşiya hevrikên xwe yên siyasî ye.
Di pêşbaziya li hemberî serokwezîrê berê Naftali Bennett de, Netanyahu ji sedî 41ê dengan û Bennett jî ji sedî 34ê dengan bi dest xistine.
Li hemberî Gadi Eisenkot jî Netanyahu bi komkirina ji sedî 42yê dengan li pêş e, Eisenkot jî ji sedî 36ê dengan sitandiye.
Li gorî rapirsiyê, cudahiya Netanyahu ya li gel serokê mixalefetê Yair Lapid hîn zêdetir dibe.
Netanyahu ji sedî 42 û Lapid jî tenê ji sedî 27ê dengan sitandiye.
Di dawiyê de li hemberî Avigdor Lieberman jî Netanyahu ji sedî 42yê dengan bi dest xistine û Lieberman tenê ji sedî 24ê piştgiriya beşdaran bi dest xistiye.
