Hewlêr (Rûdaw) - Girtina Tengava Hurmizê ji bo enerjiyê li cîhanê pirsgirêkeke mezin çêkiriye. Di heman demê de pirsgirêkeke gelekî mezintir jî pêk aniye.
Lê ew pirsgirêk hîn negihiştiye ser zimanê serkirdeyan, nava berîka gelek kesî û ser sifreya xelkê cîhanê.
Dawiya sala 2026an bandora wê ya rasteqîn dê bigihîje ser refikên marketan û ser sifreya hemû xelkê.
7ê Adara 2026an, keştiya KSL Hengyangê keştiya dawî bû ku barê wê gubreya kîmyayî bû û karîbû di Tengava Hurmizê re derbas bibe.
Piştî wê keştiyê, şahdemara herî girîng a aboriya cîhanê Ango Tengava Hurmizê li ber veguhastina gubreya kîmyayî hat girtin.
Cîhan zêdetir guh dide deng û qêrîna bazara petrolê lê metirsiyeke bêdengtir û xetertir rû dide. Ew jî birçîkirina sîstematîk a zincîreya dabînkirina xwireka cîhanê ye.
Tengava Hurmizê ne tenê rêyeke enerjiyê ye, di heman demê de rêya nanê ser sifreya xelkê cîhanê ye.
Nêzîkî sêyeka hemû gubreya kîmyayî ya ku li cîhanê bazirganiya wê tê kirin, di vê rêyê re derbas dibe.
Heta nîvê Adara 2026an, sektora çandiniyê ya cîhanê rûbirûyî rewşeke awarte ya pileya yekem bûye.
Bihayê wan madeyên kîmyayî yên ku ji bo hilberîna xwireka nîvê nifûsa cîhanê pêwîst in gelekî bilind bûye an jî bi temamî nemane.
Pêwendiya enerjî û gubreya çandiniyê
Koka vê krîzê ji pêkhateya kîmyayî ya çandiniya hevdem çavkaniyê digire.
Gubreya nîtrojenê ku debar û xwireka nêzîkî 3,5 milyar kesî dabîn dike, bi rêya proseya "Haber-Bosch"ê tê hilberîn ku pişta xwe bi gaza xwezayî ve girê dide.
Di rastiyê de, lêçûna enerjiyê ji sedî 70yê lêçûna hilberîna gubreya nîtrojenê pêk tîne.
Welatên Kendavê yên wekî Qeter, Siûdiye, Îmarat û Îranê, yedekên mezin û erzan ên gaza xwezayî bi kar anîne da ku di hilberîna "ure" û "amonyak"ê de bibin zilhêzên cîhanî.
Ev her du, cureyên sereke yên gubreya kîmyayî ya nîtrojenê ne.
Ev berhem ji bo çandiniya hevdem a li Amerîka, Brezîlya, Hindistan û başûrrojhilatê Asyayê pêwîstiyeke bingehîn e.
Ji ber girtina Tengava Hurmizê ya ji 28ê meha borî ve, rêya sereke ya hinartina van madeyên kîmyayî yên girîng nemaye.
Karvedana bazaran gelekî bilez bû. Bihayê ureya cîhanî di kêmtirî du hefteyan de bi rêjeya ji sedî 26an bilind bû. Tonek ure ji 465 dolaran gihişt 585 dolaran.
Li bazara New Orleansê ku yek ji bazarên herî girîng ên gubreya kîmyayî ye li Amerîkayê, bihayê wê di nava 6 rojan de bi rêjeya ji sedî 32yan bilind bû û gihişt 683 dolaran.
Senaryo û cewherê krîzan
Giraniya krîza xwirekê ya 2026-2027an bi temamî bi dema girtina tengavê ve girêdayî ye. Me di babetên xwe yên berê de behsa îhtîmal û senaryoyên cihê kiribû bê ka dê şer çi qasî û bi çi rêjeyekê dirêj bike.
Bi liberçavgirtina wan senaryoyan, bandorên li ser bazara gubreya kîmyayî ya li cîhanê bi vî awayî ne:
Şoka demkurt (mehek): Îhtîmala vê senaryoyê ji sedî 30 ye û bandora wê bi êş e. Lê hîn sîstema dabînkirina xwirekê ya li cîhanê dikare li ber vê şokê xwe bigire.
Di vê rewşê de tê çaverêkirin ku bihayê ureyê di navbera 620 û 720 dolarî de cihgîr bibe.
Cotkar dê neçar bimînin bikaranîna gubreyê kêm bikin û ev jî dê bibe sedema kêmbûna berhemên dirûna 2026an.
Lê sîstema xwirekê bi giştî xwedî şiyana berxwedanê ye. Her wiha dê bihayê genim bi rêjeya ji sedî 5 heta 8an bilind bibe.
