Hewlêr (Rûdaw) – Vê sibehê bihayê petrolê daket û beşek ji qezancên roja borî ji dest da.
Bazirganan bernameya xwe li ser pêkanîna civîna Îran û Amerîkayê ya li Pakistanê daniye.
Ew li bendê ne ku bi dawîhatina şer bibe sedema azadbûna wê petrola ku li Kendavê asê maye.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 54 sentan daket û bi 94 dolar û 94 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî zêdetirî dolarekî daket û bi 88 dolar û 50 sentan tê firotin.
Roja duşemê bihayê her du cureyên petrolê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 5an bilind bûbûn.
Ev yek ji ber bipêşketinên nû pêk hatibû, bi taybetî jî destdanîna ser keştiyeke Îranê ji aliyê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ve û girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve.
