London (Rûdaw) - Mala Şanoyê ya Arcolayê ya li bakurê Londonê, mazûvaniya şanoyeke dîrokî û balkêş dike.
Şanoya bi navê "Safe Haven" (Herêma Aram) çîroka koça mîlyonî ya sala 1991ê û biryara avakirina navçeya aram a ji bo Kurdan tîne ser dikê.
Tora Medyayî ya Rûdawê sponserê vê şanoyê ye.
Bi awaz û stranên Kurdî, pêşwaziya mêhvanên vê êvara zivistanê ya meha Kanûna Paşîn a sala 2026an tê kirin.
Sedem, yekem pêşkêşkirina şanogeriya "Safe Haven" (Herêma Aram) e.
Nivîskarê şanogeriyê, rojnameger û dîplomatê berê yê Brîtanyayî Chris Bowers e.
Chris Bowers: Min got divê ez vê çîrokê vêbêjim
Bowers çîroka nivîsîna şanoya Safe Havenê wiha anî zimên:
"Îlhama vê şanoyê ji wê demê hat ku Sir John Major di sala 2011an de serdana Kurdistanê kiribû. Wê demê ez Konsulê Giştî (Herêmna Kurdistanê) bûm û ji bo çend deqeyan ez pê re rûniştim.
Min jê pirsî, 'Baş e, te çawa karekî wisa yê hewarçûnê kir?' Wî jî di bersiva min de got, 'Tu dizanî, di dawiya hefteyê de sê dîplomat hatin ba min û ew bîr û bawerî pêşniyar kirin. Li gorî min jî diviyabû em bikin.' Lê wî amaje bi wê yekê jî kir ku wan dîplomatan Wezareta Karên Derve derbas kiribûn.
Ew di bîra min de ma. Heta ku paşê min bi tesadufî yek ji wan dîplomatan li Londonê di rêza kirîna qehweyê de dît û min li gel axivî.
Çîrok di mêjiyê min de ma. Paşê di sala 2021ê de û di dema kerentîneyê de, salvegera Herêma Aram hat bîra min.
Wê demê min fêm kir ku eger kesek nebe vê çîrokê vebêje, divê ez bi xwe bikim."
Pirsa rewa û qurbanîdana berdewam, li gel dîmenên koçberiyê û lobîkirina berdewam a diyasporaya Kurdan, Brîtanya û Amerîka li gel hevpeymanên wan gihandin wê baweriyê ku ji bo Kurdên li Îraqê herêmeke aram ava bikin.
Di wan rojan de, hinek çalakvanên Kurd hewl didan ku Margaret Thatcher û her wiha qeşeyê bilind ê Canterburyê razî bikin.
