Hewlêr (Rûdaw) - Di vê roja pîroz a rojnamegeriya Kurdî de (22ê Nîsanê) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kovara wêjeyî û çandî ya bi navê "Soryaz"ê bi hejmara xwe ya yekem derket pêşberî xwîneran.
Kovara Soryazê wekî projeyeke wêjeyî û çandî ya serbixwe, bi zimanên Kurdî û Erebî, dikeve xizmeta pirrengî û dewlemendiya çanda herêmê.
Xwedî û sernivîserê kovarê Dilşad Murad derbarê vê destpêkê ji Rûdawê re got:
"Kovara Soryazê wekî projeyeke wêjeyî û çandî hatiye damezrandin.
Em di wê baweriyê de ne ku di rewşên dijwar ên siyasî û aborî yên li bakurrojhilatê Sûriyê de, hebûna saziyên medyayî yên serbixwe ne tenê vebijarkek e lê ew bingeha bipêşketina me ya rewşenbîrî û profesyonel e."
Qamişlo: Rêwîtiya sed salan
Di hejmara yekem de, "Soryaz" wekî dosyayeke sereke, rûpelên xwe ji bo "Sedsaliya Qamişlo" veqetandiye.
Di bin sernavê "Qamişlo/Qamişlî/Zalîn: Çîroka Sed Salî" de, kovarê bi awayekî lêkolînî çîroka vî bajarî, ji damezrandinê heta niha, bi danasîna tax, nîşane û kesayetiyên wê yên navdar vedikole.
Ev lêkolîn di hejmara yekem de balê dikişîne ser taxên rojhilatê bajêr ku bi Çemê Çeqçeqê wekî xeta veqetandinê ya di navbera herdu aliyên bajêr de tê zanîn.
Naveroka beşa Kurdî ya hejmara yekem
Kovara "Soryaz" bi 194 rûpelan, di beşa xwe ya Kurdî de gelek mijar û babetên wêjeyî û çandî li xwe digire.
Rexne û Lêkolîn
Nivîsên wekî "Pêwîstiya Rexneyê Di Pêşxistina Kurteçîrokê De" (M. Emîn Sadûn), "Gava Ku Masî Tî Dibin" (Siltana Osman Eto) û nirxandina romana "Sobarto" ya Helîm Yûsif (Sewsen Şêx Bekir).
