Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 5 salan ji koça dawî ya helbestvan, siyasetmedar û kedkarê doza neteweyî Seydayê Mele Îmadeddîn Yetîz (Gurdilî), berhema wî ya duyem bi navê "Mizgîna Azadiyê" ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve li Stenbolê hat weşandin û gihîşt ber destê xwendevanên Kurd.
“Mizgîna Azadiyê”, dîwana duyem a Seydayê Gurdilî ye.
Ev berhema ku ji 152 rûpelan pêk tê, bi edîtoriya Huseyn Zana îsal wekî çapa yekemîn derketiye.
Ev dîwana nû berdewamiya wê qêrîna neteweyî ye ku Seyda di her malika xwe de hûnandiye.
Gurdilî helbestvanê xweza û doza Kurdistanê ye
Helbestên Seyda Gurdilî deryayeke fireh in ku tê de evîn, xweza, êş û têkoşîna Kurdistanê tev li hev dibin.
Gurdilî bi taybetî li ser rêberê Kurd Barzaniyê Nemir helbestên payebilind nivîsandine.
Hestên wî yên neteweyî di salên 1950î de, dema ku li medreseyê feqî bû, bi bandora helbestên Cegerxwîn şîn bûn.
Wî bi xwe digot, "Şevekê feqiyekî Şehnama Şehîdan a Cegerxwîn da min, her roj min ew nexwenda sebra min nedihat."
Seydayê Gurdilî ku her tim bi şaşika sor di kuçe û kolanên Êlihê û derdora wê de digeriya, di helbestên xwe de xwe şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj didît û bi wezn û qafiyeyên klasîk, li ser babetên mîna doza neteweyî, şîna şehîdan, karesatên ku hatine serê miletê Kurd û navdarên mîna Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Leyla Qasim helbest nivîsandine. Helbesta wî ya bi navê “Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu” di nav gel û ciwanên Kurd de wekî sirûdekê hatibû jiberkirin û li her dera Kurdistanê belav bûbû.
Banga Yekîtî bo Azadiyê
Dîwana yekem a Seydayê Gurdilî bi navê "Banga Yekîtî bo Azadî" di sala 2012an de dîsa ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve li Stenbolê hatibû çapkirin.
