Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Eyn Îsayê yê parêzgeha Reqayê ya Sûriyeyê Kurd rûbirûyî êriş, gef û zextên giran tên.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, li ser dikanên welatiyên Kurd dirûşmên nijadperest hatine nivîsandin.
Êrişkaran li ser deriyên dikanan nivîsandiye ku ev kes "Qendîlî" û "PKKyî" ne û bi vî rengî wan Kurd kirine armanc.
Rê nayê dayîn ku Kurd dikanên xwe vekin.
Her wiha eşkere gef li Kurdan tê xwarin ku ji bajêr derkevin.
"50 sal in em li vir in"
Welatiyê Kurd Ehmed Xelîl beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Ehmed Xelîl wiha axivî:
"Li Eyn Îsayê 54 dikanên Kurdan û 113 malbatên Kurd hene.
Erebên li vir gefê li me dixwin û dibêjin 'hûn Kurd in, divê hûn herin bajarên xwe û ji vir derkevin'.
Êrişî otomobîlên me dikin, kevir û guleyan bi ser malên me de dibarînin.
Em 40-50 sal in li vir dijîn, ma em xwe bikujin? Em mal û milkê xwe ji kê re bihêlin?"
Ehmed Xelîl her wiha da zanîn ku li gundê Cehbelê yê çoltera Eyn Îsayê jî êrişî Kurdan hatiye kirin.
Di encama wê êrişê de 2 kes birîndar bûne.
