Hewlêr (Rûdaw) - Hinartina petrola Kerkûkê ya di ser Herêma Kurdistanê re beriya hefteyekê dest pê kiribû.
Qebareya hinartina petrolê ji 170 hezar bermîlan derket 200 hezar bermîlan.
Birêvebirê Şirketa Petrola Bakurê (North Oil) diyar kir ku ji îro pê ve dê ev hejmar bigihîje 250 hezar bermîlan.
Birêvebirê Şirketa Petrola Bakurê Amîr Xelîl ji Rûdawê re axivî.
Wî got, "Niha petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê di ser xeta boriya Herêma Kurdistanê re ji Bendera Ceyhanê re tê şandin.
Qebareya vê petrolê nêzîkî 200 hezar bermîlan e."
Amîr Xelîl da zanîn ku ji îro pê ve dê hinartina petrolê derkeve 250 hezar bermîlan.
Wî eşkere kir ku di paşerojeke nêzîk de ev hejmar dê bigihîje 300 hezar bermîlan.
Li gorî zanyariyên Amîr Xelîl, dema petrola Kerkûkê tê hinartin, ew bi petrola Herêma Kurdistanê re tê têkelkirin.
Para Herêma Kurdistanê ya hilbirînê jî rojane nêzîkî 40 hezar bermîlan e.
Li ser petrola Kerkûkê daxwazeke zêde heye
